Şehîdbûna 5 filistîniyan di dewama binpêkirina agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve di roja pêncan a agirbesa Xezzeyê
Tevî ku agirbesta li Xezzeyê ji roja Înê piştî nîvro ve pêk hatiye lê Rejîma Siyonîst êrişên xwe ser filistîniyan li vê herêmê didomîne û îro pênc filistînî di encama êrişa Rejîma siyonîst bi xwefiran şehîd bûn.
Hin şehedên bûyerê li bajarê Xezzeyê ragihandin ku pênc filistînî di encama êrişên Rejîma Siyonîst bi xwefiran ser komek filistîniyan de ku hewl didan vegerin taxa Şucaiyê li rojhilatê bajarê Xezzeyê, pênc kes ji wan şehîd bûn.
Vê sibê helîkopterên siyonîstan bi giranî rojhilatê taxa Şucaiyê hedef girtin û hevdem wesayîtên zirxî yên artêşa Rejîma Siyonîst, bakurê Mewasiyê li Refehê dan ber êrişan.
Her wiha xwefirên sîxoriyê ser esamanê herêmê firîn ku nîşan dide ku operasyonên leşkerî yên berfireh ên hêzên siyonîst li derdora sînorên başûr ên Xezzeyê berdewam dikin. Komavahiya pizîşkî ya Nasir jî ragihand ku du kes ji ber gulebarana hêzên dagirker ên siyonîst li Xan Yûnisê, li başûrê Xezzeyê, birîndar bûne.