Azadkirina bi sedan girtiyên filistînî di çarçoveya peymana agirbesê de
Di qonaxa yekem a peymana agirbesê de li Xezeyê bi sedan girtiyên filistînî piştî êxsîrîya b isalan îro ji zindanên Rejîma Siyonîst hatin berdan û bo Ramullah û zîvala Xezzeyê hatin veguhestin.
Girtiyên filistînî ku di çarçoveya peymana lihevguhertina girtiyan de hatine azadkirin îro gihîştin Ramullahê li navenda Rexê Rojavaya Çemê Urdinê û zîvala Xezzeyê. Di halekî de ku malbat jibo pêşewaziyê ji wan hatibûn, hêzên Siyonîst bi gef û tundûtûjiyê pêşiya lidarxistina her cure cejn û şahiyekê girtin. 96 girtiyên filistînî yên ku hewsên demdirêj û heta hetayê ji wan re hatibû birîn li zindana Ofer a li rojavayê Ramullahê bo qesra çandî ya Ramullahê ya li Bîtonyayê hatin veguhastin û komeke din jî ji zindana Negebê ber bi Xezzeyê ve çûn.Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan, nêzîkî 2 hezar girtiyên filistînî yê di çarçoveya peymana agirbesê û lihevguhertina girtiyan de ji zindanên Rejîma Siyonîst bên berdan.