Cotmeh 13, 2025 17:55 Asia/Tehran
  • Usame Hemdan: Em ê terka Xezzeyê nedin û çekên xwe radest nekin

Yek ji rêberên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas), tevî tekeziya ser berdewamiya rêya berxwedanê û parastina çekan heta bidestxistina azadiya tam ragihand ku ew ê terka Xezzeyê nedin.

Usame Hemdan tekez kir ku rejîma dagirker nekariye armancên xwe ji rêya desthilata leşkerî pêk bîne. Wî got ku dijmin neçar ma ku bi bereya berxwedanê re muzakirê bike û piştî 2 salan êrişan, tevî piştgiriyên navneteweyî û herêmî, nekariye bereya berxwedanê ji holê rake. Wî her wiha ser nebûna pêbawerîyê hibmer rejîma dagirker û garantiyên wê tekez kir lê di eynî demê de got ew ne di rewşekê de ye ku vegere şêr. Wî endamê tevgera Hamasê derbarê rêveberiya zîvala Xezzeyê de jî ragihand ku rêveberî yê di destê kesên serbixwe de be û komên curbicur nêzîkî çil kesayetî kirine berbijar ku 10 heta 15 ji wan dê vê berpirsiyariyê bigirin istûyê xwe.

Serepeyv