Xelîl Heyye: Lihevkirina bona rawestandina şêr û destpêkirina agirbesek hertimî li Xezzeyê hasil bû
Serokê tevgera Hamasê li Xezzeyê derbarê lihevkirina jibo rawestandina şer û destpêkirina agirbesek daîmî li Xezzeyê agahî da û got ku di çarçoveya vê peymanê 250 girtiyên filistînî yên qareman ku cezaya hewsê ya hetahetayê ser wan de hatiye birîn û 1700 girtiyên din ên zîvala Xezzeyê dê werin berdan.
Xelîl Heyye serokê tevgera Hamasê li Xezzeyê, bi rêzgirtina ji Berxwedana gelê Xezzeyê û wêrekiya têkoşerên berxwedanê got: Lehengên berxwedanê, bi rawestana xwe wek çiyayekî li hember tankên dagirkeran, hemî pîlanên dijmin bo awarekirin, birçîkirin û pêkanîna aloziyê li Xezzeyê rastî işkestê anîn. Xelîl Heyye destnîşan kir ku Hamasê derbarê bidawîanîna şer û destdirêjiya ser gelê Xezzeyê ûpêkanîna agirbesek daîmî li hev kiriye û ev peyman derbaskirina alîkariya mirovî nav Xezzeyê, vekirina derbasgeha Refehê û pevguhertina girtiyên filistînî an girtiyên siyonîst digre ber xwe.