Cotmeh 08, 2025 17:42 Asia/Tehran
  • Sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê: Em ê tu carî şert û fermanên dijmin qebûl nekin

Sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê got: Em ê tu carî şert û fermanên dijmin qebûl nekin û em ê bi serbilindî ji şêrr derbas bibin.

Ziyad Nexale, Sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, bi boneya duyemîn salvegera Operasyona Bahoza Eqsayê got: Du sal ji ser Operasyona Bahoza Eqsayê re derbas dibin û gelê me hîn jî mayînde û berxwedêr rawestaye û berxwedana wan hîn bibandor û çalak e.

Wî her wiha got: Ev du sal in dijmin dikuje û her tiştî wêran dike, lê gelê me himber qatil û cinayetkarên siyonîst teslîm nebûye.

Sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê,bal kişand ser muzakirên navbera nûnerên komên filistînî û rayedarên siyonîst derbarê plana Trump da û tekez kir: Em nikarin piştî ev hemî fedakariyên ku gelê me yê leheng kirine, teslîmî şert û mercên dijmin bibin.

Serepeyv