Komîteyên Berxwedana Filistînê: Bahoza Eqsayê xala werçerxanê ya mezin di şerê li himber dagirkeran e
Komîteyên Berxwedana Filistînê, bi tekeziya ser girîngiya operasyona Bahoza Eqsayê, ev şer wekî xala werçerxanê ya mezin di rêya bereya berxwedanê û gelê Filistînê de û qonaxek giring û diyarîker di dîroka rûbirûbûna bi Rejîma Siyonîst re dan zanîn.
Ev komîte bi daxûyaniyekê bi boneya duyemîn salvegera destpêkirina şerê mezin ê Bahoza Eqsayê ragihandin ku ev şer derbe li heybet û quretiya Rejîma Siyonîst xist û pêkhate û sîstemên berevanî û ewlehiyê yên wan têk bir û efsaneya artêşa bêşikest ya ku bi dehan salan hatibû propagandakirin bi tevahî hilweşand.
Di vê daxûyaniyê de hatiye ku Bahoza Eqsayê ne tenê hevkêşeyên meydanê ser xêra bereya berxwedanê guherand belku moral û hêviya di nav gelê Filistînê û bereya berxwedanê de xurt kir.