Tekeziya Merdavî ser mafê filistîniyan bona berevaniya li xwe li himberî dagirkeran
Yek ji rêberên Hemasê, behsa mafê xwezayî yê gelê Filistînê yê ji bo berxwedana li himber dagirkeriyê kir û got ku ew ê li himber kesên ku axa wan dagir kirine û jin û zarokên wan kuştine, rawestin.
Mehmûd Merdavî, yek ji rêberên Hemasê di duwemîn salvegera Operasyona Bahoza Eqsayê de got: Gelê me piştî çend dehekan komkujî, zilm û zordariyê û şopandinê, mafê xwe yê xwezayî bona rawestana li ber dagirkeriyê bikar anîn. Merdavî got: Em jibo şerê li himber siyonîstan neçûn Amerîkaya Başûr, ne Amerîkaya Bakur an Afrîqayê lê ew bûn ku axa me dagir kirin û jin û zarokên me kuştin.
Wî her wiha got: Em erkên xwe li hember gelê Filistînê pêk tînin, em berjewendiyên gelê xwe li ser her tiştî datînin û em ê ji prensîb û mafê xwe yê rewa ji bo bereyavniya li xwe paşde venekişin.