Cotmeh 05, 2025 16:47 Asia/Tehran
  • Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê û zêdebûna hejmara şehîdên filistînî

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku zêdetirî 218 filistînî di 24 sietên borî de hatine şehîdkirin u birîndarkirin u bi vî awayî hejmara şehîdên şerê jînosaydê gihîşt 67 hezar û 139 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê di rapora xwe ya rojane de ragihand ku di 24 sietên borî de 65 kes şehîd bûne û 153 birîndar ji bo nexweşxaneyên li Xezzeyê hatine veguhastin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê, bi zêdekirina amarên nû ragehand ku hejmara giştî ya şehîdên êrişên vê rejîmê ji 7ê Cotmeha 2023an ve rabûye 67 hezar û 139 kesan û 169 hezar û 583 kes jî birîndar bûne. Vê wezaretxaneyê her wiha tekez kir ku ji 18ê Adara 2025an ve,  ku rejîma dagirker agirbes binpê kir, 13 hezar û 549 kes şehîd bûne û 57 hezar û 542 kes jî birîndar bûne. Li beşa şehîdên bi navê Parîyekî Nîn jî di 24 sietên borî de 2 kes şehîd bûne û 30 kes jî birîndar bûne, bi vî awayî hejmara giştî ya şehîdên vê beşê rabûye 2 hezar 605 kesan û zêdetirî 19 hezar 124 kes jî birîndar bûne.

Serepeyv