Li Xezzeyê 66 kesên din hatin şehîdkirin
Di berdewamiya êriş û cinayetên hovane yên dagirkerên siyonîst da li zîvala Xezzeyê 66 filistîniyên din şehîd bûn.
Di 24 sietên borî de, 66 filistîniyên din di encama êrişên siyonîstan ser Xezzeyê de şehîd bûn û 265 kesên din jî birîndar bûn. 6 kes ji van şehîdan li navendên belavkirina alîkariyan de şehîd bûne û 40 kesên din jî birîndar bûn, bi vî awayî hejmara giştî ya şehîdên nasiyar bi Şehîdên Pariyekî Nîn li Xezzeyê gihîşt 2 hezar û 603 kesan û hejmara giştî ya birîndaran jî gihîşt 19 hezar û 94 kesan. Hejmara şehîdên êrişên artêşa dagirker a siyonîst ser zîvala Xezzeyê gihîşt 67 hezar û 74 kesan. Hevdem Bereya Berxwedanê ya Filistînê derbarê derbeyek nû li leşkerên Rejîma siyonîst li Xezzeyê agahî da. Tabûrên Qudsê, baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, ragihand ku têkoşerên wan navenda kombûna leşkerên rejîma siyonîst û çekên wan li taxa Şucaiyeyê li Xezzeyê bi hawanan dan ber êrişan. UNICEê jî bal kişand ser vê yekê ku li Xezzeyê rewşa dayik û zarokan pir xirab e û Nexweşxaneya Nasir tijî birîndar û nexweşan e û tekez kir ku li Xezzeyê cihekî ewle tuneye û îdiaya rejîma siyonîst derbarê hebûna herêmên ewle li başûrê Xezzeyê pêkenî ye. Di heman demê de, çavkaniyên siyonîstan ragihandin ku yekemîn dewra muzakirên agirbesa Xezzeyê biryar e sibê bi navbeynkariya Misrê li bajarê Erîşê li vî welatî were lidarxistin.