Êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê
Cotmeh 03, 2025 18:17 Asia/Tehran
Di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê di 24 sietên borî de 63 kes şehîd bûn û 227 kes jî birîndar bûn.
Di rêzên wergirtina alîkariya mirovî li Xezzeyê jî 15 kes şehîd bûn û 80 kes jî birîndar bûn. Piraniya birîndarên ku di bin kavilan de mane ji ber nebûna alavên pêwîst ji bo rakirina kaviliyan şehîd dibin. Hejmara şehîdên êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve heta niha gihîştiye 66 hezar û 288 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye169 hezar û 165 kesan.
Tabûrên Qudsê, şaxê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, jî ragihand ku wesayîteke leşkerî ya dagirkeran li navçeya Şêx Rizwan a Xezzeyê hat îmhakirin.