Cotmeh 02, 2025 12:47 Asia/Tehran
  • Dewama jînosayda bi destê Rejîma Siyonîst di şerê Xezzeyê de

Di encama êrişên24 sietên borî yên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê de 77 kes şehîd bûn û 222 kes kes birîndar bûn.

Di nav şehîdan de 2 şehîd û 44 birîndar ji karwanên gîhandina alîkariyê bûne. Hejmara giştî ya qurbaniyan ji destpêka şêrr di 7ê Cotmeha 2023an de gihîştiye 66 hezar û 225 şehîdan û 168 hezar û 938 kes jî birîndar bûne. Tabûrên Qudsê, baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, jî ragihand ku têkoşerên wan  tabûran karîn ku wesayîteke leşkerî ya artêşa Rejîma Siyonîst li bajarê Zehra li navenda Xezzeyê  têk bibin. Tabûrên Qudsê tekez kirin ku berxwedana Filistînê dê operasyona xwe ya leşkerî dijî dagirkerên Siyonîst li hemû bereyan  berdewam bike û dê derbên giran û bixerc li wan bide.

Serepeyv