Xezze- Sîyonîstan rasterast êrişî komên Berevanîya Sivîl kirin
Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst di dewama cinayetên li Xezzeyê dema êrişa ser dibistaneke Taxa Zeytûnê, êrişî Hêzên Berevanîya Sivîl ên Filistînê jî kirin.
Rêxistina Berevanîya Sivîl a Xezzeyê îro ragihand ku di encama êrişa rasterast a Rejîma Sîyonîst ser personelên hawargiheştin u rizgarkirinê da ku hewil didan birîndarên Dibistana Fellahê li Taxa Zeytûnê rizgar bikin, 7 personelên wan birîndar bûn.
Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst di dewama cinayetên xwe li Xezzeyê da, berbanga îro Dibistana Fellah li Taxa Zeytûnê dan ber bombeyan ku di encamê da 13 kes ji wan jin u zarok hatin şehîdkirin.
Di encama êrişên hewayî yên Rejîma Sîyonîst ser mal u dibistanên Xezzeyê da, herîkêm 36 kes ji nîvê şeva buhurî va heta nika hatine şehîdkirin ji wan 13 kes li Dibistana Fellahê, cîyê ku çend xulekan piştî êrişên destpêkê, kadroyên hawargiheştin û pizişkîyê jî bûn armanca êrişa hovane ya sîyonîstan.