Xezze- Hejmara şehîdan rabû nêzî 66 hezar kesî
Îlon 27, 2025 17:55 Asia/Tehran
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê di 24 saetên buhurî da 77 kes hatin şehîdkirin u 265 kes jî hatin birîndarkirin.
Di encama êrişa bi mûşekan ser bakura kempa penaberan a Nuseyratê da jî çend kes ji wan 2 zarok hatin şehîdkirin. Artêşa Rejîma Sîyonîst herwiha êrişî rojhilata şarê Xezzeyê kir ku di encamê da 11 kes hatin şehîdkirin.
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser cîyên parvekirina xwarek u alîkarîyan da jî di 24 saetên buhurî da 17 kes hatin şehîdkirin u 89 kes jî hatin birîndarkirin.
Hejmara giştî ya şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 65 hezar u 926 kesî.