Xezze- Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê di 24 saetên buhurî da 38 kes hatin şehîdkirin u 190 kes jî hatin birîndarkirin.
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navendên parvekirina xwarek û alîkarîyan da jî 3 kes hatin şehîdkirin u 15 kes jî hatin birîndarkirin.
Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 65 hezar û 382 kesî.
Ji hêla din va, hat ragihandin ku komên berxwedêr ên filistînî li Zîvala Xezzeyê bi rokêtan êrişî hêzên Rejîma Sîyonîst kirin. Tabûrên Qessamê ragihand ku bi rokêtê êrişî tankeke artêşa Rejîma Sîyonîst li başûra şarê Xezzeyê kir.
Fermandarê Beşa Zêrêhî ya Artêşa Rejîma Sîyonîst jî ku di encama kemîna duh a hêzên Hemasê da li şarê Xezzeyê giran birîndar bibû, îro can da.