Xezze- Şehîdkirina 51 filistînîyên din
Çavkanîyên nûçeyan ên filistînî ragihandin ku di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Xezzeyê da, 51 kes hatin şehîdkirin.
Çavkanîyên nûçeyan ên filistînî ragihandin ku ji berbanga îro va heta nika herîkêm 51 filistînî di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Xezzeyê da, hatine şehîdkirin ku ji wan 43 kes hema li şarê Xezzeyê hatine şehîdkirin.
Li navendên parvekirina xwarekê jî di 24 saetên buhurî da 4 kes hatine şehîdkirin u 18 kes jî hatine birîndarkirin.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va rabû 65 hezar û 208 kesî.
Hejmara kesên di rêzên wergirtina xwarekê da hatine şehîdkirin jî rabû 2 hezar û 518 kesî.