Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê
Rejîma Sîyonîst bi piştgirîya sîyasî û ya bi çek û rextan a Amerîkayê di 24 saetên buhurî bi awayekî gelelkî giran êrişî navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê kir.
Di encama êrişên di 24 saetên buhurî da, 59 filistînî hatin şehîdkirin û 386 kes jî hatin birîndarkirin.
Vê sibê jî Rejîma Sîyonîst şarê Xezzeyê da ber topan û bi balafirên cengê jî êrişî vê herêmê kir. Ji hêla din va, 3 kes jî di encama xela u bedxworakîyê da li nexweşxaneyên Xezzeyê şehîd bûn. 112 kes jî li rêzên wergirtina xwarekê yan jî alîkarîyên mirovdostîyê birîndar bûne. Bi vî awayî hejmara şehîdên bi dû parîyekî nîn li Zîvala Xezzeyê rabû 2 hezar û 497 kesî û ya birîndaran jî rabû 18 hezar û 294 kesî.
Hejmara şehîdên Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va jî rabû 64 hezar û 964 kesî û ya birîndaran jî rabû 165 hezar û 312 kesî.