UNRWAyê derbara girantirbûna rewşa Xezzeyê de hişyarî da
UNRWAyê ragihand ku bi hezaran filistînîyên Xezzeyê û Kempa Cibalîyayê aware bûne, di sitargeh û çadirên demkî yên gelelkî qerebalix u rewşeke dijwar da dijîn, ne ava saxlem heye, ne ewlehî û ne jî sîstema şêlavê.
UNRWAyê ragihand ku artêşa Rejîma Sîyonîst operasyona xwe ya ku bi awayekî sîtematîk malên xelkê û dibistanên ser bi NY kavil dike, didomîne.
Niştecîyên Zîvala Xezzeyê pêrgî asteke bêmînak a xela û birsîbûnê tên û rêxistinên navdewletî derbara belavbûna xelayê û zêdebûna hejmara gorîyên xelayê nemaze zarok, nexweş û kesên nivîşkan da hişyarî dane.
UNRWAyê herwiha ragihandîye ku sivîl li Xezzeyê tûşî rewşeke qeyranî bûne û ti cîyekî ewleh ji bo sitirînê tineye.
Wezareta Tenduristîyê û rêvebirên nexweşxaneyên Xezzeyê hişyarî dane ku hela jî niştecîyên Xezzeyê ji birsîya u ji ber bedxworakîyê can didin ku pirranîya gorîyan jî zarok in û xela û kêmbûna dermîn qeyrana merivî ya l ivê herêmê girantir kirîye.
Şaredarîya Xezzeyê jî amajeyî nêzîkbûna demsala barînê li vê herêmê kir û hişyarî da ku di encamê da yê qeyrana merivî girantir bibe û nexweşîyên pêgir belav bibin lewma xwest ku civaka cîhanî demlidest bikeve dewrê.
Cinayetên dagirkeran li Xezzeyê di halekî da didomin ku Lêjneya Lêkolînan a NY îro bi awayekî fermî ragihand ku Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê jînosayd pêk anîye. Vê lêjneyê ji welatên cîhanê xwest ku sozên xwe ji bo giritna pêşîya Rejîma SÎyonîst pêk bînin.