Îlon 12, 2025 18:40 Asia/Tehran

UNICEFê li gorî berfirebûna operasyona leşkerî ya li Xezzeyê, derbara qewimîna di dema herî nêzîk a karesatê da hişyarî da.

Têd Çayban Cîgirê Serokê Beşa Kargêrî ya Rojhilata Navînê ya NUICEFê hişyarî da ku ji ber berfirebûna operasyona leşker li şarê Xezzeyê, karesat di rê da ye û got: 2400 zarok ji ber bedxworakîya giran li şarê Xezzeyê tên dermankirin di halekî da ku bi xetera mirina ji birsîya re rûbirû ne û vê karesatê dûhatên wêranker ji bo zêde ji 450 hezar zarokî heye.

UNRWAyl jî derheq rewşa qeyranî ya sivîlan li Xezzeyê hişyarî da û ragihand ku idî ti cîyekî ewleh ji bo xwesitirandinê nemaye û pêgirî kir ku dizê zûka rêkevtinameya agirbesê were amadekirin ta ku pêşîya karesata merivî were girtin. 

Mehmûd Besel Berdevkê Rêxistina Hawargiheştin û Rizgarkirinê ya Zîvala Xezzeyê ragihand ku di encama êrişên tund ên Rejîma Sîyonîst û giranbûna qeyrana merivî da, zêde ji 50 hezar welatî ji wan zarok, jin û pîr û kal li Xezzeyê di kêmtir ji hefteyê da bêmal  u sitar bûne.Besel ji rêxistinnê merivdost û hawargiheştinê jî xwest ku ji bo dabînkirina sitar û pêwîstîyên bingehîn ji wan xwarek, derman û pêwîstîyên lezgîn ji bo awareyan bikevin dewrê. 

Eva di halekî da ye ku Rejîma Sîyonîst qirrkirina gelê bêguneh li Xezzeyê didomîne û civaka navdewletî jî himber van cinayetên dijemirovî bêdeng maye. 

Serepeyv