Îlon 11, 2025 20:35 Asia/Tehran
  • Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê û zêdebûna hejmara şehîdên li vê zîvalê

Hejmara qurbaniyên şerê jînosayd û tevkujiya ku Rejîma Siyonîst ji Cotmeha 2023`an ve li dijî gelê Xezzeyê didomîne heta niha gihîştiye 64 hezar û 718 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên borî de  di encama destdirêjî û cinayetên berdewam ên rejîma Siyonîst de 72 welatî şehîd bûne û 356 kesên din jî birîndar bûne.

Vê wezaretê her wiha ragehand  ku hejmara qurbaniyên şerê jînosayd û komkujiyê  ku rejîma Siyonîst ji Cotmeha 2023`an vir ve li dijî gelê Xezzeyê didomîne heta niha gihîştiye 64 hezar û 718 kesan. Li gorî amarên ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hatine ragihandin, cinayetên siyonîstan di vê midehê de bûne sedema birîndarbûna 163 hezar û 859 kesan.

Serepeyv