Îlon 06, 2025 15:09 Asia/Tehran

Çavkaniyên filistînî derbarê şehîdbûna herî kêm 21 sivîlên din ên filistînî û wêrankirina tam a Bircê Sûsî li Xezzeyê ji aliyê balafirên şer ên Rejîma Siyonîst ve agahî dan.

Çavkaniyên pizîşkî yên filistînî ragihandin ku 21 welatiyên filistînî di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê ji vê sibê ve şehîd bûne.13 ji van filistîniyan li bajarê Xezzeyê şehîd bûne. Çavkaniyên hanê ragehandin: Di encama êrişa artêşa Rejîma Siyonîst ser malekê li taxa Şêx Rizwan li bakurê  Xezzeyê heşt kes şehîd bûn û çend kesên din jî birîndar bûn.

Di heman demê de, komavahiya pizîşkî ya Nasir li başûrê Xezzeyê jî ragihand ku sê hêzên alîkariyê di encama gullebarana leşkerên siyonîst li nêzî navendeke belavkirina alîkariya mirovî li başûrê rojavayê  Xan Yûnisê şehîd bûne. Di heman demê de, kuwadkopterên artêşa siyonîst gulle ber bi Kolana Cela li bakurê rojavayê Xezzeyê avêtin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê jî îro ragihand ku di 24 sietên  borî de 6 welatiyên din ên filistînî, ji wan zarokek ji ber birçîbûn û kêmbûna  xwarekê şehîd bûne. Eva di halekî de ye artêşa Rejîma Siyonîst  di dewama kavilkirina avahiyan bi taybetî avahiyên bilind li Xezzeyê, îro bircê niştecihbûnê yê Susî li başûrê rojavayê vî bajarî kavil kir. Nivîsgeha ragehandinê ya Xezzeyê jî  bal kişand ser wêrankirina  sedî 90`ê axa Xezzeyê di encama êrişên Rejîma siyonîst û zirara vê herêma dorpêçkirî zêdetirî  68 milyar dolar texmîn kir.

Serepeyv