Derbeyên giran ên Qesam li dagikiran bi mûşeka Yasîn 105`ê
Îlon 03, 2025 15:14 Asia/Tehran
Tabûrên Qesam, baska leşkerî ya Hemasê ragihandine navenda kombûna leşkerên Rejîma Siyonîst li başûrê taxa Zeytûnê li bajarê Xezzê dane ber hawanan.
Tabûrên Qesam, ragihandin ku bûldûzêrekî artêşa dagirkir a ji cûreya D9`ê li taxa Zeytûn a bajarê Xezzê dane ber mûşeka Yasîn 105`ê.
Ketaêb El Mucahidînê jî di daxuyaniyekî de ragihand: Navenda kombûna leşkerên siyonîst li Beresiyê li başûrê taxa Zeytûnê dane ber hawana 60 mîlîmetreyî û hin leşkerên dijmin kuştine.