Tebax 27, 2025 17:47 Asia/Tehran

UNICEFê bal kişand ser mirina zarokên filistînî ji ber birçîbûn û nexweşiyan li Xezzeyê û tekez kir ku şerê Xezzeyê dibe sedema pirsgirêkên derûnî jibo 1.1 milyon zarokan li vê navçeyê.

Emar Emar, Rêvebirê Herêmî yê UNICEFê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê, got ku tiştê ku em îro li Xezzeyê dibînin ne tenê şerekî li dijî zarokan e, belku wêrankirina jiyanê bi xwe ye. Zêdetirî nîv milyon mirov li Xezzeyê li ber birçîbûnê ne, di halekî de ku  pêşiya mirinên ji ber birçîbûnê dikare werin girtin.

Emar tekez kir ku kêmbûna xwarinê di nav zarokan de bi rêjeyek karesatbar zêde dibe û got: Tenê di Tîrmehê de, zêdetirî 12 hezar zarok bi kêmbûna xwarinê  rûbirû bûne ûhema hema yek ji çar zarokan ji kêmbûna xwarinê giran dikişîne.

Doktorekî xwebexdş li Nexweşxaneya El-Nasir li Xezzeyê got:Rewşa  vê nexweşxaneyê pir karesatbar e û em ji pêdiviyên pizîşkî yên herî bingehîn bêpar in. Nûnerên Demokrat ên navdar ên li Meclîsa Nûneran a  Amerîkayê rexne li  siyasetên  rejîma Siyonîst girtin û daxwaza bidawîanîna  bi lez ya şerê li Xezzeyê kirin. Ji van nûneran, endamê Demokrat ê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, Ro Xanna, got:Şerê li Xezeyê dê  wextekê bi dawî bibe ku Amerîkayê dev ji şandina çekan bo rejîma Siyonîst berde. Raweste. Serokkomarê Amerîkayê  tim dibêje ku şerê li Xezeyê dê bi dawî bibe lê desthilata tam dide Netanyahu.

Serepeyv