Berfirehbûna birçîtî û kêmasiya xwarinê bo zarokên Zezzê
Sazî û ajansên NY pêhişyarî dan û ragihandin: Birçîtî û kêmasiya xwarinê di nav zarokên Xezzê de zêde bûye.
Sazî û ajansên NY pêhişyarî dan ku xela gefê li jiyana mirovan li Xezzê dixwe û daxwaz kirin ku alîkariyên mirovdostane û agirbes pêk bên û tekez kirin ku zarok li ber xetera zav a birçîtiyê ne. Fîlîp Lazarînî, komîserê giştî yêAjansa Alîkarîgîhandin û Peydakirina Kar ji bo awareyên filistînî ser bi NY(UNRWA) jî gotiye sersarî û bêdengiya cîhanê li hember Xezzê bixof e. Wî daxwaza bidawîanîna xelayê li Xezzê kir. Eva di halekî da ye ku welatên Çîn û Rûsiye bi şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst bona sepandina xelayê ser xelkê Xezzê, ji rayedarên siyonîst xwestin dawiyê li cinayeta xwe bînin.
Hevgavê viya raportera taybet a NY li karûbarên mafên mirovan li Filistîna Dagirkirî amajeyî boykotkirina xwe ji aliyê Amerîkayê ve û gefên Rejîma Siyonîst kir û got ya ku nika li Xezzê diqewime, şikesta qanûna navnetewî ye. Firançêska Albanîz herwiha bi rexneya tund a lawaziya civaka cîhanî û welatên endamên vê rêxistinê bona sekinandina cinayetên Rejîma Siyonîst, ji wan xwest karekî piratîk bona boykotkirina Rejîma Siyonîst bikim û bona girtina Netaniyahu, serokwezîr û Yûav Galant, wezîrê berê yê cengê yê Rejîma Siyonîst hevkariyê bikin.
Macid Ensarî, berdevkê wezareta karên derve ya Qeterê jî gotiye ku rayedarên Rejîma siyonîst heta nika ti bertekek li hember pêşniyarên ku ji aliyê navbeynkaran ve hatine raberkirin, nîşan nedane û wer xuya dike ew li dû agirbesê nînin. Wî herwiha gotiye nika dora wan e û divê bersiva pêşniyara ku hatiye raberkirin, bidin.