Candayîna 4 kesan ji wan 2 zarokan ji birsîya li Xezzeyê
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku 4 kesên din ji wan 2 zarokî di 24 saetên buhurî da ji birsîya û bedxworakîyê li vê herêmê can dane.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand ku bi giştî hejmara candayîyên ji birsîya û ji ber xelayê li vê herêmê rabû 201 kesî ku 98 kes zarok in.
Rejîma Sîyonîst bi mehan e ku rê nade ti alîkarîyek derbasî Zîvala Xezzeyê bibe û nika ev herêma yek ji qeyranên mirovî yên herî giran di dîroka merivantîyê da derbas dike.
Kêmbûna xwarekê li Zîvala Xezzeyê ku encameke sîyaseta sîyonîstan a birsîhîştina gelê dorpêçbûyî yê vê herêmê ye, ne tenê bûye sedema candayîna bi sedan kesî ji birsîya, belkî bûye sedema xeterên ne-aşkira ji bo canê bi hezaran kesên din ku ji bo saxmayînê bera xwe dane xwarina maddeyên bitaluke ji bo tenduristîya merivan.