Kutabûna ardûyê li navendên pizişkî yên Xezzeyê
Çavkanîyên pizişkî yên Xezzeyê ragihandin ku sîyonîst nahêlin ardû were anîn û nexweşxane vediguherin goristana nexweş û birîndaran.
Zingila xeterê ya bidawîhatina ardûya zimhêrkirî ya nexweşxane û navendên pizişkî yên Xezzeyê hat lêxistin û Merwan Hemes rêvebirê nexweşxaneyên demkî li Zîvala Xezzeyê bal kişand ser jikarketina jeneratoran û derheq têkçûna tam a pergala tenduristîyê ya Xezzeyê bi awayekî ciddî hişyarî da û got: Ji ber nebûna ardûyê û jikarketina jeneratoran sedî 80yê nexweşxaneyan hatine daxistin û em nikarin canê bi hezaran kesên ku rojane di encama êrişên hovane yên artêşa Rejîma îyonîst da birîndar dibin û wan digihînin nexweşxaneyan, rizgar bikin.
Dr. Merwan Hemes herwiha got: Beşa av û rêjavê jî li ber têkçûnê ye û em nika di nîveka havînê da ne û heta sedî 95 kêmasîya avê heye.Çend ton kirs û zibil li nêzîkî kempên awareyan hatîye depokirin ku dibe sedema belavbûna nexweşîyên pêgir û bitaluke.
Dr. Munîr Bereş Ser-Rêvebirê Wezareta Tenduristîya Xezzeyê jî derbara xetera nêzîk a ku gefê li canê nexweş û birîndaran dixwe de, hişyarî da û got: Ew gefana ne gulle ûmûşek in, belkî ew dorpêça ye ku bûye sedema girtina pêşîya annîa ardûyê, merivan ji mafê dermanbûnê bêpar dike û nexweşxaneyan vediguherîne goristanên vemirî û bêdeng. Rejîma Sîyonîst nahêle ardû were derbaskirin, ev rewşa bûye sedema girantirbûna rewşa bikarsat a tenduristîyê li Xezzeyê û her ku diçe xetera têkçûna tam a pergala tendsuristîyê li Xezeyê zêde dike.