95 şehîd û 304 birîndar di 48 sietên borî de li Xezzeyê
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 48 sietên borî de cenazeyên 95 şehîdan jî bo nexweşxaneyan hatine veguhastin. Her wiha, di vê heyamê de 304 kes birîndar bûne.
Çavkaniyên nûçeyan îro nîvro derbarê komkujiya nû ya artêşa Rejîma Siyonîst li Xezzeyê û şehîdbûna zêdetirî 30 welatiyên filistînî agahî dan.
Mehmûd Besel Berdevkê Rêxistina Berevaniya Sivîl a Xezzeyê , derbarê cinayeta nû ya dagirkeran li vê herêmê got: Rejîma Siyonîst navçeya El-Sebre li bajarê Xezzeyê bombebaran kir ku di encamê de zêdetirî 30 kes şehîd bûn û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûn.
Her wiha, di 48 sietên borî de, 10 filistînî şehîd bûn û zêdetirî 110 kesên din jî birîndar bûn. Heta niha, di encama êrişên siyonîstan ser navendên belavkirina alîkariyê de 110 kes şehîd bûne û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûne.