May 03, 2025 16:08 Asia/Tehran
  • Sedî 60 ê zarokên Xezzeyê ji ber kêmbûna xwarinê zehmetiyan dikşînin

Çavkaniyên pizişîkî li Xezzeyê ragihandin ku ji ber kêmbûna xwarin û dermanan li vê navçeyê û dewama dorpêça dijî Xezzeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve, sedî 60ê zarokan ji ber kêmbûna xwarinê zehmetiyan dibînin.

Rêveberê nexweşxaneyên Xezzeyê got: Nêzîkî 60 hezar zarokên filistînî li Xezzeyê ji ber dorpêça ku ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatiye sepandin, ji ber kêmbûna xwarinê tûşî zehmetî û êşê dibin û ev navçe ji ber dorpêçê rastî xelatê htaiye.

Vî rayedarê beşa tenduristiyê ya Xezzeyê got ku rêjeya mirina nexweşên gurçikan ji ber dijberiya Rejîma Siyonîst li hember derketina wan ji Xezzeyê zêde bûye. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina  cinayetan û bidawîhanîna dorpêça ser Xezzeyê demlidest bikevin dewrê. Wî got ku pergala tenduristiyê li zîvala Xezeyê dê  bi zûtî ji nav here.

Serepeyv