Nîsan 20, 2025 17:00 Asia/Tehran
  • Dilnigeraniya derheq kêmbûna xwarekê li Xezzeyê

Dezgeha Xwarekê ya Cîhanî dilnigeranbûna xwe derheq kêmbûna berfire ya xwarekê li Zîvala Xezzeyê dîyar kir.

Dezgeha Xwarekê ya Cîhanî hişyarî da ku ji ber kêmbûna xwareka zimhêrkirî û berdewambûna daxistîbûna derbasgehan, 2 milyon kesên li Zîvala Xezzeyê ji bo saxmayînê û filitîna ji mirinê bi awayekî demlidest hewcedarê xwarekê ne.

Berî vîya UNRWAyê jî di daxûyanîyekê da pêgirî kiribû ku divê careka din agirbes li Zîvala Xezzeyê were ragihandin û dorpêça ser vê navçeyê were rakirin û derbasgehên vê herêmê bên rakirin ta ku alîkarî bi awayekî berdewam bên derbaskirin. 

Serepeyv