Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê
Di roja 34an a destpêbûna pêla nû ya êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da, vê rejîmê çend avahî li rojhilata şarê Xezzeyê da ber bombeyan û kavil kir.
Çavkanîyên filistînî ragihandin ku îro malek li rojavaya Kempa Nuseyratê li rojhilata Xezzeyê bû armanca êrişa hewayî ya Rejîma Sîyonîst ku di encamê da jineke filistînî hat şehîdkirin û 4 kes jî di encama bombebarankirina konên awareyan li herêma Mewasîyê hatin birîndarkirin.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî di daxûyanîyekê da ragihand ku di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ên di 24 saetên buhurî da, 44 filistînî hatin şehîdkirin û 145 kes jî hatin birîndarkirin.
Di encama êrişa Rejîma Sîyonîst a bi xwofirrê li başûra Libnanê da jî ku maşînek bû armanc, kesek hat şehîdkirin û kesek jî hat birîndarkirin.
Bi vî awayî hejmara şehîdên Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va rabû 51 hezar û 201 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 116 hezar û 869 kesî.
Ev di halekî da ye ku UNICEFê derbara rewşa bikaresat a nexweşxaneyên taybet bi zarokan li Xezzeyê hişyarî da û ragihand ku alavên pizişkî bi qasê têrê bi dest nakevin û kadroyên nexweşxaneyên hanê di rewşeke giran da kar dikin. Zindîmayîna zarokan li Xezzeyê maye ser ragihandina dubare ya agirbesê û derbaskirina alîkarîyan bo vê herêmê. Gîhandina alîkarîyan ji 2yê Adarê va bo Zîvala Xezzeyê hatîye sekinandin.