Nîsan 19, 2025 18:10 Asia/Tehran
  • Ebû Ubeyde: Çarenûsa Eydan Alêksander û êxsîrên din ne dîyar e

Berdevkê Tabûra Qessam Baskê Leşkerî yê Tevgera Hemasê ragihand ku çarenûsa êxsîrên israyîlî ji ber bombebarankirinên giran ên Xezzeyê ji hêla dagirkeran va ne dîyar e.

Ebû Ubeyde Berdevkê Tabûra Qessam Baskê Leşkerî yê Tevgera Hemasê ragihand: Me şehîdek ku nobedarê parastina êxsîrê bi navê Eydan Alêksander bû, ji bin kavilan derxist û çarenûsa wî êxsîrî û yên din hê ne dîyar e.

Wî herwiha got: Em tevî êrişên hovne yên dagirkeran ji bo parastina hemî êxsîran hewil didin.

Ebû Ubeyde herwiha got: Canê êxsîran bi hegera bombebarankirinên cinayetkarane yên artêşa Rejîma Sîyonîst li ber xeterê ye. 

Serepeyv