Nîsan 19, 2025 17:01 Asia/Tehran
  • Rêveberekî Hemasê: Demogirafî û nasnama mizgevta Eqsayê ser navê cihûyan tê guhertin

Rêvebirekî Tevgera Hemasê amajeyî êrişên vê dawîyê yên Rejîma Sîyonîst ser mizgevta Eqsayê û şarê Qudsê di van rojên dawîn da kir û got ku ev yeka hişyarkirinek derbara xetereke mezin da ye.

Ebdulrehman Şedîd yek ji rêvebirên Tevgera Hemasê xwest ku komên filistînî û gelên misilman û ereb ji bo sekinîna hibmer cinayetên rejîma dagirker li rexê rojavaya çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî bibin yek, pevçûnên himber dagirkeran bi nîşana piştgirîya ji Xezzeyê, êxsîran û nirxên pîroz berfire bikin. 

Berî vîya Şêx Ekrem Sebrî Pêşnimêjê mizgevta Eqsayê jî pêgirî kiribû ku êrişa bi hezaran kesên sîyonîst ser mizgevta Eqsayê û bêrêzîya hibmer warên pîroz, hewlek ji bo sepandina rastîya nû û guhertina nasnama nir û warên pîroz e.

Wî herwiha bi bîr xist ku berpirsyarîya tam a bêrêzîya li mizgwvta Eqsayê û mizgevta Hezretê Ibrahîm li ustîyê kabîna Rejîma Sîyonîst e.

Pêşnimêjê mizgevta Eqayê herwiha hişyarî da ku dagirker û bajaroknişîn bi pêkanîna deb û rismên Telmûdîyê li mizgevta Eqsayê hemî xetên sor bin pê kirine. 

 

Serepeyv