25 şehîd di encama komkujiyên dagirkeran li bakur û başûrê Xezzeyê
Nîsan 18, 2025 15:10 Asia/Tehran
Vê sibê di encama êrişên berfireh ên Rejîma Siyonîst ser malên xelkê li herêmên curbicur endamên du malbatên filistînî hatin kuştin.
Artêşa Rejîma dagirker a Îsraîlê li navçeya Benî Suhêyla li rojhilatê Xan Yûnisê malek hedef girt ku di encamê de 10 welatiyên filistînî şehîd bûn.
Di encama êrişa balefirên cengê yên Rejîam Siyonîst ser malkeê li taxa Til El-Zeterê Cebaliya li bakurê Xezzeyê jî 10 endamên malbatekê ji wan pênc zarok şehîd bûn.
Artêşa dagirker a siyonîst herwiha konê awareyan li navçeya Tewamê li bakurê zîvala Xezzeyê kire armanc û di encamê de 2 filistînî şehîd bûn û 6 filistînî jî birîndar bûn.