Nîsan 17, 2025 17:16 Asia/Tehran

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên borî de zêdetir ji 110 şehîd û birîndar hatine veguhestin bo nexweşxaneyên vê Zîvalê û li gorî amarên fermî, hejmara gişt şehîdan ji Cotmeha 2023`an ve heta niha gihîştiye 51 hezar û 65 kesan û hîna gelek cenaze di bin kavilan de mane.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê dawîn amara şehîdên 24 sietên derbasbûyî li vê Zîvalê di encama cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li dijî sivîlan de 40 şehîd û 73 birîndar ragihand. 

Li gorî rapora Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê, ev hejmar ya wan şehîd û birîndaran e ku navên wan li nexweşxaneyan hatine tomarkirin û hejmareke şehîd û birîndaran hêj di bin kavilan de mane.  Vê wezaretxaneyê tekez kir ku hejmara şehîdên Xezzeyê ji 18`ê Adara 2025`an ve ji dema destpêkirina dubare ya êrişên hovane yên siyonîstan ser Zîvala  Xezzeyê gihîştiye 16 hezar û 691 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 4 hezar 464 kesan. Her wiha hejmara fermî ya şehîdan ji destpêka şerê jînosaydê ya Rejîma Siyonîst li dijî zîvala Xezzeyê ji Cotmeha 2023`an ve 51 hezar û 65 kes û hejmara birîndaran jî 116 hezar û 505 kes hatiye ragihandin.

Medyaya filistînî vê sibê ragihand ku hejmara qurbaniyên êrişên esmanî yên Rêjîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê ku ji siba pêncşemê ve destpê kir, gihîştiye 23 şehîdan û bi dehan kes jî birîndar bûne. Di van êrişan de, konên awareyan û hin navçeyên li bakur û başûrê Xezzeyê bûne armanc û piraniya goriyên wan cinayetên dagirkeran wek her car jin û zarok pêk tînin. Saziyên NY  ji wan  UNICEF`ê  bal kişandin ser  vê yekê ku ji meha borî ve û hevgavê destpêkirina êrişên hovane yên Îsraîlê, 500 hezar kes li Xezzeyê careke din aware bûne û rojê 27 zarok li Xezzeyê jiyana xwe ji dest didin.

Serepeyv