Pêla nû ya êrişên sîyonîstan Bombebarankirina mizgevt û kempekê li Xezzeyê
Rejîma Sîyonîst di berdewamîya cinayetên xwe da li Zîvala Xezzeyê, îro konên awareyên filistînî li navçeya Mewasî li rojavaya Xan yûnisê dan ber bombeyan.
Di encama êrişa Rejîma Sîyonîst ser kon û xêvetên awareyên filistînî li herêma Mewasîyê da bi dehan kes şehîd û birîndar bûn ji wan nûçegîhanek jî şehîd bûye.
Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst herwiha mizgevtek li navenda şarê Xan yûnisê dan ber bombeyan.
Di 24 saetên buhurî da herîkêm 46 filistînî di encama êrişên ser navçeyên curbicur ên Xezzeyê da hatine şehîdkirin û 113 kes jî hatine birîndarkirin.
Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên vî şerî ji destpêkê va heta nika rabûye 50 hezar û 695 kesan û ya birîndaran jî rabû 115 hezar û 338 kesî.
Hevgavê van êrişên Rejîma Sîyonîst û şehîdkirin û birîndarkirina hejmareke din a filistînîyan, di navbera têkoşerên filistînî û leşkerên israyîlî da jî pevçûn derket.
Bi berdewambûna bomberankirina navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê, Tabûra Qessamê vîdyoyeke teze li ser 2 êxsîrên sîyonîst weşand. Di wê vîdyoyê da êxsîrên sîyonîst derheq rewşa xwe ya bitaluke û bombebarankirina cîyê ew lê tên xweyîkirin a ji hêla artêşa Israyîlê va hişyarîyê didin û dibêjin ku Netanyahu bi destpêkirina şêrr, canê me dixe ber xeterê.
Artêşa Rejîma Sîyonîst di van rojên dawîn da bi giranndkirina êrişên ser Zîvala Xezzeyê çend cinayetên giran li Zîvala Xezzeyê û nemaze himber awareyan kirîye. Ev cinayet di halekî da tên kirin ku rêxistin û dezgehên hiqûqê û yên navdewletî derheq giranbûna rewşa Zîvala Xezzeyê da hişyarîyê didin.