Daxuyaniya Hemasê li dû şehîdbûna hin serokên vê tevgerê
Nivîsgeha ragihandina hikûmî ya Filistînê li Zîvala Xezzê basa şehadeta 5 endamên Tevgera Hemasê di êrişa îro ya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê kir.
Nivîsgeha ragihandina hikûmî ya Filistînê di daxuyaniyekî da ragihand ku ev serok ji destpêka şerrê jînûsaydê ve hewl didan êş û elemên xelkê Filistînê kêm bikin û erkên xwe bi fîdakariyê cih dianîn. Di vê daxuyaniyê da hatiye: Kuştina serokên hikûmî, wê nebe sedem em xwe ji cihanîna erka xwe ya netewî, olî û exlaqî ji bo xizmeta li gel û sekinîna li hember vê êrişa hovane dûr rabigirin. Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê jî di daxuyaniyekî da pêgîrî kiriye Rejîma Siyonîst hevhatina agirbesê binpê kiriye û bin sozên xwe derdiveke û herwiha cinayet û jînûsayta li hember xelkê Xezzê di bin sîvana bêdengiya birezalet a civaka navnetewî didomîne.