Adar 17, 2025 20:12 Asia/Tehran

UNICEFê bal kişand ser vê yekê ku zarokên filistînî li Rexê Rojava û bi taybet Xezzeyê ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê jî bêpar in û tekez kir ku jiyana 4 hezar zarokên sawa li Xezzeyê ji ber astengiya ku Rejîma Îsraîlê li himberî derbaskirina alavên pizîşkî derdixe, di metirsiyê de ye.

Sindûqa Alîkariya Zarokan a NY  (UNICEF) di rapora xwe ya herî dawî de derbarê rewşa zarokên filistînî ragihand ku zarokên filistînî li ber şert û mercên gelek xirab de ne Ew di nav tirs û xofeke giran de dijîn û  ji ber dûhatên nebûna alîkariyên mirovheziyê îza dibin.

Edward Bigbîdêr Rêveberê Herêmî yê UNICEFê li  Rojhilata Navîn piştî serdana xwe  ya zîvala Xezzeyê û Rexê Rojava di daxuyaniyekê de got: Rewşa Zîvala Xezzeyê û Rexê  Rojava û herwiha li Qudsê gelekî dilnigeranker e û hema hema hemû zarokên Filistînî, du milyon û çarsed hezar zarok, di rewşeke pir xerab de ne. Ev zarok di nav tirs û xofeke zêde de dijîn, û hinek ji wan ji ber bêparkirina wan ji alîkariyên mirovî,  ji ber koçberkirin, wêrankirina xaniyan,  di ber xetera mirinê de ne û divê bên parastin.

 Vî berpirsê  UNICEF`ê amaje  sînorên ku rejîma Israîlê li ser derbasbûna alîkariyan bo zîvala Xezzeyê  danîne  kir û hişyarî da ji ber nebûna alîkariyên mirovî yên derbasî Xezeyê dibin, nêzîkî yek milyon zarokên filistînî di bin dorpêçeke giran de dijîn û pêdiviyên sereke yên jiyanê  jibo zindîmayînê ji wan re tine. 

Serepeyv