Zarokên Xezzeyê mezlûmiyetek jibîrnebûyî
Rejîma Îsraîlê ku piştî 15 mehan ji bombebarana bênavber a Xezzeyê bi bombeyên welatên Ewropî û Amerîkayê, Xezze wêran kiriye, hewl dide bi agirbeseeke qismî û nîvîşkan bi girtina pêşiya gihandina alîkariyên pêwîst ji bo gelê Xezzeyê û qutkirina ceyran, av û ardûyê ji Xezzeyê re bi curekî din jînosayda filistîniyan berdewam bike.
Rêbazek ku wijdanên hişyar li seranserê cîhanê bi taybetî li vir li Inglîzê hêrs kiriye.
Li gor ragehandina Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê, bi piştgiriya dewletên rojavayî û bêdengiya medyaya wan, di encama bombebarana Xezzeyê de nêzîkî 49 hezar filistînî ku piraniya wan jin û zarok in, şehîd bûne.
Li gorî rapora UNICEF`ê, saziya piştgiriya ji zarokan a NY di heyama 15 mehên êrişa Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê de, rojane zêdetir ji 14 hezar û 500 zarokên filistînî hatine kuştin, û zêde ji 31 hezar zarok jî birîndar û nivîşkan û seqet bûne, yanê rojî 70 zarok.
Berevajî hikûmetên rojavayî, alîgirên Filistînê li Inglîzê dibêjin ku ew ê wan ji bîr nekin.