Adar 15, 2025 18:10 Asia/Tehran
  • 9 şehîd di encama êrişa xwefirên Rejîma Siyonîst ser Beyt Lahiyê

Çavkaniyên nûçeyan derbarê şehîdbûna 2 rojnamevanan di encama êrişa xwefirên siyonîst ser Beyt Lahiya li bakûrê Xezzeyê agahî dan.

 Xwefirên artêşa  Rejîma Siyonîst li Beyt Lahiya li bakurê zîvala Xezzeyê komek filistîniyan kir hedef û di encamê de hejmarek ji wan  rojnamevanê filistînî Mehmûd Îslim hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên pizîşkî ragihandin ku hejmara şehîdên êrişa xwefirên artêşa terorê ser  wesayîteke li Beyt Lahiyê ya li bakurê Zîvala Xezzeyê derket 9 kesan. Du ji şehîdan rojnameger in. Cenazeyên şehîdan ji bo nexweşxana Endonezyayê li bakurê Xezzeyê hatin veguhestin.

Duh jî çavkaniyên nûçeyan yên Filistînê ragihandin ku di şerê rejîma dagirker dijî Xezayê de heta niha 206 rojnamevan şehîd bûne.

Serepeyv