Adar 11, 2025 14:50 Asia/Tehran

Li Zîvala Xezzê binpêkirina agirbesê ji aliyê rejîma dagirkir ve didome.

Rejîma Siyonîst îro bi xwefirê êrişî bajarê Refehê kir û ciwanekî filistînî şehîd kir. Li Zîvala Xezzê di 24 saetên dawî de 14 kes birîndar bûn ku ev rakirin nexweşxaneyan. Tevgera Hemasê tevî şermezarkirina binpêkirina agirbesa li Xezzê ji aliyê Rejîma Siyonîstî ve tekez kir ku her derengketina gotûbêjan tê wateya lîstina bi çarenivîsa wan û hestên malbatên wan. 

Ji aliyeke din ve Komîserê Mafên Mirovan ê Netewên Yekgirtî hişyarî da li ser encamên cidî yên rawestandina gihandina alîkariyên ji bo Xezzê ji wan elektrîk û ardûyê ji bo xelkê Xezzê. UNRWA`yê jî da zanîn ku berdewamiya qedexeya derbasbûna alîkariyan bo Xezzê dê bibe sedema vegerandina qeyrana birçîtiyê.

 Di heman demê de malbatên girtiyên siyonîst 24 saet muhlet dane Netanyahû ku biryara qutkirina elektirîkê ya Xezzê betal bike, nexwe dê serî li Dadgeha Bilind a vê rejîmê bidin. Xaça Sor jî hişyarî da li ser qeyrana mirovî ya metirsîdar li Xezzê piştî rawestandina alîkariyên ji bo vê zîvalê û qutkirina elektrîka wê.

 Ev hişyarî di demekê de ne ku Rejîma Siyonîst giheştina alîkariyan bo Xezzê rawestandiye û elektrîka Xezzê qut kiriye. Xaça Sor tekez kir ku berdewamiya girtina deriyên Xezzê gefek e li ser rewşa awarte ya mirovî ya metirsîdar li Xezzê. Xaça Sor her wiha daxwaz kiriye ku bila Rêjîma Siyonîst îznê bide alîkarî bilez û bê astengî derbasî Xezzê bibin û agirbesa li Xezzê berdewam be û ev rejîma pêbendî soz û erkên xwe yên li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî be.

Serepeyv