Siyaseta birçîtiyê li Xezzê dewama şerrê jînûsaydê ye
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê got: Dewama siyaseta xela û birçîtiyê ya dagirkiran dijî xelkê Zîvala Xezzê, dewama şerrê jînûsaydê ya rejîma dagirkir û girankirina terorîsma wê dijî xelkê Filistînê ye.
Hazim Qasim, berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) got: Li ser biryara Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst, girêdana derbasgeha Kerem Şalomê li başûr rojhilatê Zîvala Xezzê û girtina pêşiya derbasbûna alîkarî û kelûpelên mirovdostane, didome. Eva ku Rejîma Siyonîst pêşiya derbasbûna alîkariyên ji hêla xwerin û derman û ardûyê bo Xezzê digire, bûye sedema jordaçûna bihaya kelûpelan di vê navçeyê de.
Şêwirmendê Têkiliyan di Konseya Norwêjî ya Awareyan jî ji bilî hilkolandina rewşa Xezzê gotiye ku li Kempa El Xeyamê li Xezzê, ji dema rawestandina alîkariyên mirovdostane, ti xwerinek tineye.
Berpirsên pênc saziyên cîhanî yên mezin ên alîkariyê û NY jî li ser bernameya Têlavîvê ji bo kontrolkirina rasterast a derbasbûn û belavkirina alîkariyên mirovdostane li Xezzê pêhişyarî dan.
Rojnameya Waşîngton Postê ji zarê rayedaran nivîsî: Anegorî pilana Îsraîlê, tenê cihek wê ji bo derbasbûna alîkariyan vekirî be ku ew jî derbasgeha Kerem Ebû Salim e û sîstimeka şopandinê wê ji bo belavkirina alîkariyan wê di nav Xezzê de pêk were. Bernameya Cîhanî ya Xweinê jî ji bilî ku li ser rewşa bikaresat a xwerinê û gihîştina wê li Xezzê pêhişyarî daye, li bara xilasbûna zimhêrên xwerinê di vê navçeyê jî pêhişyarî daye.
Di eynî demê de berdevkê wezareta tendirustiya Filistînê basa rewşa qeyranî ya xelkê Zîvala Xezzê kiriye û rexne li cihnehatina sozên Rejîma Siyonîst li hevhatina agirbesê kiriye. Xelîl Deqran pêgîrî kir, vê wezaretxaneyê ti zimhêreka dermanan li Zîvala Xezzê tine û para zêde ya nexweşxaneyên vê navçeyê kêm xiznetan raber dikin.