Hişyarî derbarê rewşa nalebar a filistîniyên li Xezzeyê
Serokê Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê li zîvala Xezzeyê derbarê rewşa bi krîz a xelkê vê deverê hişyarî da.
Îsmaîl El-Sewbete got: Dagirkeran cihanîna qonaxa yekemîn a rêketina agirbesê li Xezzetyê bi rêgirtina li derbasbûna kamyon û alîkariyan û xaniyên amade têk dane. Tişta ku ew derbarê alîkarî û embarkirina kelûmelên ku têra pênc mehan dikin dibêjin, tam derew e.
Wî destnîşan kir: Ev îdia berevajî nîşandayîna rastiyan e bi armanca pînekirina cinayetên li pey hev li dijî du milyon û çarsed hezar kesî li Xezzeyê ye.
El-Sewabete tekez kir: Hejmara kamyonên ku rojane derbasî Xezzeyê dibin kêmtirî 300 kamyonan di rojê de bû, di halekî de ku li gorî protokola mirovî diviyabû herî kêm 600 kamyon derbasî Xezzeyê bibûna da ku pêwîstiya herî kêm pêk were.