Adar 03, 2025 19:59 Asia/Tehran
  • Hamas: Divê welatên ereb ji bo rawestandina siyaseta birçîhiştina xelkê Xezzeyê bikevin tevgerê

Berdevkê tevgera Hemasê daxwaza kiryarên praktîkî yên cîhana ereban ji bo girtina pêşiya berdewamiya vê nêrînê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve kir.

Hazim Qasim bi  destxweşiya ji  helwestên welatên erebî yên ku dijberiya xwe li hember siyaseta birçîhiştina xelkê Xezzeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve ragihandine, daxwaza kiryara pratîkî ya welatên erebî bo rawestandina vê siyasetê kir.

Berdevkê Hemasê tekez kir ku berdewamiya vê siyasetê ji aliyê Rejîma Siyonîst  ve  rewşê jibo cihanîna plana awarekirina xelkê Xezzeyê   pêk tîne ku dê encamên cidî  jibo ewlehiya neteweyî ya welatên erebî hebe.

Qasim ji welatên erebî xwest ku rê li ber cihanîna  planên Rejîma Siyonîst di warê koçbrkirina bi darê zorê ya  xelkê XEzzeyê bigrin.

Serepeyv