Adar 02, 2025 18:00 Asia/Tehran
  • 115 filistînî ji destpêka agirbesa Xezzê ve şehîd bûne

Rejîma Siyonîst ji dema pêkhatina agirbesê ve 115 filistînî li Zîvala Xezzê şehîd kirine û 490 kes jî birîndar kirine.

Di encama êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst û gulleavêtina hêzên dagirkir li Beyt Hanûn, Xan Yûnis û Refehê li Zîvala Xezzê de 4 kes şehîd û çend kes birîndar bûn. Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di 48 saetên buhurî de meytên 23 şehîdan bo nexweşxanê hatine veguhestin ku 21 kes ji wan ji bin kelefeyan hatine derxistin û 2 kesên din jî vê dawiyê şehîd bûne. Di vê midehê de 23 kesên din jî birîndar bûn. Rojnameyên libnanî basa jordaçûna hejmara şehîdên ji ber êrişên Rejîma Siyonîst dijî Libnanê kirin û ragihandin ku ev hejmar rabûye şeş hezar kesî.

Serepeyv