Hewldana Rejîma Siyonîst ji bo revîna ji erkên xwe li hember gelê Filistînê
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî tevî tekeziya ser hewldanên Rejîma dagîrker ji bo revîna ji erkên xwe, got: Rêjîma Siyonîst hevgav hewl dide girtiyên xwe vegerîne û şerê dijî Zîvala Xezzeyê ji nû ve bide destpêkirin.
Hazim Qasim di hevpeyvînekê de got: Rejîma dagîrker ji soza xwe ya bidawîkirina şer û vekişîna bi temamî ji Xezzeyê direve. Wî got ku dirêjkirina qonaxa yekem a rêketina agirbesê wisa ku dagirker dibêjin bo me nayê qebûlkirin û Rejîma Siyonîst hewil dide bi lehevxistina rêketinê her tiştî vegerîne rewşa berê.
Berdevkê Hemasê her wiha got, niha ti muzakireyek bi vê tevgerê re derbarê qonaxa duyem a agirbesê û pevguhertina girtiyan de tine û rêjîma dagîrker berpirsê destpênekirina muzakirên qonaxa duyem a rêketina Xezzeyê ye.