Berfirehbûna awarekirina filistîniyan li Rexê Rojava
Efûya Navdewletî tekez kir, ku êrişên Rejîma Siyonîst ser Rexê Rojava, bûye sedema awarebûna nêzîkî 40 hezar filistîniyan.
Efûya Navneteweyî îro Pêncşemê ragihand ku Filistîniyên ku li Rexê Rojava dijîn ji ber zêdebûna êrişên bajaroknişînên siyonîst , xerakirina malên wan ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst , qedexekirina jibo hatina van deveran û berfirekirina çêkirina bajarokên neqanûnî, rûbirûyê metirsiya koçkirina bi darê zorê hatine.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku êrişên rejîma Siyonîst ser Rexê Rojava,awarebûna nêzî 40 hezar filistîniyan ji kampên Cenîn, Tûlkerm û Nûr Şems ên li Rexê rojava çemê Urdonê koçber bûne. Her wiha vê rêxistinê banga rawestandina bi lez a siyasetên tepeserkirin û betalkirina her planek ku dibe sedema cezaya komkî kir.Beriya çend rojan serokê Komîteya Gel a Xizmetguzariyên Kampa Tulkermê Feysel Selame bal kişande ser berdewamiya dagirkirin û dorpêçkirina giran a kampê ji mehekê berî niha ve û tekez kir ku ew şert û mercan bûne sedema koçberkirina şêniyên kampê bi zora çekan. Rêxistina Zêrevanê Mafên Mirovan tevî hişyariya ser dubarebûna karesatên Li Xezzeyê li Rexê Rojavayî, ji welatên cîhanê xwest ku ji bo girtina pêşiya cinayetên Rejîma Siyonîst, ji wan bi sepandina cezayên armanckirî û rawestandina veguhestina çekan ji bo vê rejîmê, tevbigerin. Vê rêxistinê ragehandiye artêşa dagirker gelek mal hilweşandine û binesazî ji nav birine. Li Cenîn a Şerîeya Rojava bi kîlometan şebekeyên av, kanalîzasyon û şêlav û ava vexwarinê xera kirine.