Zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê
Sibat 27, 2025 14:02 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê zragihand ku ji destpêka Operasyona Bahoza Eqsayê di 7 Cotmeha 2023an ve heta niha , li zîvala Xezzeyê hejmara şehîdan gihîştiye 48 hezar û 365 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro amarên nû yên hejmara şehîd û birîndarên êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê belav kir. Li gorî vê amarê, di heyama 48 sietên borî de, termê 17 şehîdan ji bin kavilan hatine derxistin û 19 kes jî birîndar bûne.
Li gorî rapora wezaretxaneyê tevî van amaran, hejmara şehîdên zîvala Xezzeyê 48 hezar û 365 kes û hejmara birîndaran jî 111 hezar û 780 kes in. Vê wezaretxaneyê her wiha ragehand ku hîn hejmarek ji qurbaniyan di bin kavilan de ne, lê tîmên rizgarkirinê û berevaniya sivîl nikarin xwe bigihînin wan.