Kemilandina pêvajoya pevguhertina girtiyan girêdayî bi pabendbûna dagirkeran bi xalên vê rêketinê ye
Tevgera Hemasê bi ragihandina amadebûna xwe ji bo cihanîna operasyona berfireh a hevguhertina girtiyan bi rejîma Siyonîst re bi şertê agirbeseke dayimî tekez kir ku kemilandina vê proseya hevguhertinê girêdayî pabendbûna dagîrkeran bi xalên rêketinê ye.
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) Ebdulletîf El-Qanû got: Berxwedan kemilandina pêvajoya hevguhertina girtiyan berdewam dike û divê rejîma dagîrkir were erkdarkirin ku rêketinê cîbicî bike. Garantiya kemilîna pêvajoya hevguhertina girtiyan di paşerojê de, pabendbûna rêjîma dagîrkir bi xalên din ên rêkeftinê û cîbicîkirina protokolên mirovî ye.Wî tekez kir ku rêjîma dagîrker hîna jî xalên rêketinê bi temamî cîbicî nekirine, em cardinê tekez dikin ku em amade ne hevguhertineke berfireh, tekûz û yekcarî pêk bînin, bi şertê ku şer bi temamî were rawestandin û Zîvala Xezzeyê were avakirin û dagîrker bên derxistin.
Hazim Qasim, berdevkê din ê Hamasê jî got: Muzakireyên qonaxa duyemîn a hevguhertina girtiyan hîn dest pê nekiriye lê belê peywendiya bi navbeynkaran re hîna berdewam in û serketina proseya pevguhertina girtiyan di paşerojê de maye ser pabendbûna rêjîma Israîlî bi bendên din ên rêkeftinê û cîbicîkirina protokolên mirovî, ji ber ku rejîma dagirkir heta niha hemû xalên vê rêketinê cih neaniye.Qasim bal kişand ser rewşa bi karesat a li Xezzeyê û daxwaza zexta navbeynkaran li ser Rêjîma Siyonîst ji bo cîbicîkirina tam a protokolên mirovî û dabînkirina pêdiviyên sereke yên xelkê ji wan mal û xanîber û û alîkariyên mirovî kir.