Doza dijî hikûmeta Amerîkayê ji ber destêwerdana wê di jînûsayda Xezzê de
Sibat 21, 2025 17:03 Asia/Tehran
Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragihand ku Konseya Têkiliyên amerîkî- îslamî(CAIR) ji ber tevlêbûna hikûmeta Amerîkayê di jînûsayda Xezzeyê de doz li Amerîkayê vekir.
Nîhad Ewez, rêvebirê cîbicîkar û yek ji damezrînerên Konseya Pêwendiyên amerîkî- îslamî ev gilînameya ji hikûmeta berê ya Amerîkayê piştrast kir û got: Raporên navxweyî yên wezareta karên derve û Koşka Sipî bi awayekî eşkere nîşan didin ku Baydên û Antonî Bilînkên, wezîrê karên derve yê berê, van raporan veşartibûn û red kiribûn û divê bên muhakimekirin.