Mihemed Şahîn, Fermandê Qessamê di encama êrişa Rejîma Siyonîst bi xwefiran ser Seydayê şehîd bû
Sibat 17, 2025 17:36 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan derbarê terorkirina Mihemed Şahîn, fermandê bi nav û deng ê Qesam, baskê leşkerî yê Hemasê, di encama êrişa Rejîma Siyonîst bi xwefiran ser Seydayê agahî da.
Radyoya Rejîma Siyonîst ragihand ku di encama êrişa ser Seydayê li başûrê Lubnanê de kesekî bi nav û deng ketiye ber êrişan.
Hinek ji çavkaniyan jî ragihandin kesê ku ketiye ber êrişan, Mihemed Şahîn e.
Li gorî raporeke din, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Îsraîlê ser zîvala Xezzeyê gihîşt 48 hezar û 284 kesan.
Di 24 sietên borî de termê13 şehîdên filistînî bo nexweşxaneyê hatin veguhestin ku 9 ji wan ji bin kavilan hatibûn derxistin.