Hişyariya derbarê nebûna alavên pizîşkî li nexweşxaneyên Xezzeyê
Sibat 17, 2025 14:19 Asia/Tehran
Serokê Nexweşxaneya El-Şîfa ya Xezzeyê derbarê rewşa xirab a nexweşxaneyan ji ber kêmbûna giran a alavên pizîşkî hişyarî da.
Mihemed Ebû Selmiye got: Dagirkeran kuştina rasterast a bi balafirên şer û mûşekan rawestandine, lê ew berdewam kuştina nerasterast bi rêya girtina pêşiya amûrên pizîşkî bo nexweşxaneyan li zîvala Xezzeyê bi taybetî bajarê Xezzeyê û bakurê wê, tevî ku ev navçe di protokola mirovî de cih digirin, berdewam dikin.
Wî her wiha got: Piraniya nexweşên beşên lênihêrîna taybet û zarokên nû ji dayîkbûyî ji ber nebûna amûran canê xwe ji dest didin.
Ebû Selmiye her wiha got: Sedî 40 nexweşên gurçikan li Xezzeyê ji ber nebûna alavên pizîşkî jiyana xwe ji dest dane.